Milîsên “Polîsên Leşkerî” 2 xortên Kurd ji gundê Çeqelê Cûmê bin çav kirin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Polîsên Leşkerî” roja Pêncşemê, 2 xortên Kurd ji ser rêbendekê li ser rêya Efrîn-Cindirêsê dikeve, bi tawana pêkanîna Erka xweparastinê ya Rêveberiya Xweser bin çav kirin.

Nûçegihan diyar kir ku navên her du xortan ev in: Zuhêr Ebid û Subhî Soranî ji şêniyên gundê Çeqelê Cûmê yê navçeya Cindirêsê ne.

Têkildarî wê rûpela Toreya Çalakvanên Efrînê bi bîr xist ku 18’ê Adara 2018’an, milîsên “Ehrar El-Şarqiyê” 2 xort piştî ku li gel 3 sivîlên din revandin, gulebaran kirin û navên wan jî ev in; Welîd Cemîl Soranî 19 salî(cêwiyê kesê revandî Subhî Cemîl Soranî) û Hisên Ebid El-Ruhman Saxir 25 salî.

Related posts