Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” naskirî ne, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî de, debara jiyanê ya welatiyên kurd ên li Efrînê mane û yên lê vegeriyane bi rêya sepandina bacan û rêbazên astengkirinê yên bi armanca xizankirinê ku wan ji Efrînê bidin koçberkirin, dorpêç û sînordar dikin.
Di vê çarçoveyê de milîsên “Cebha Elşamiyê” ku sermilîsê wê yê bi navê “Ebû Tirab” e li gundê Birîmce û Hec Qasmo yên girêdayî navçeya Mabeta, li ser xwediyê her malekê 10000 lîreyên Sûrî bi hinceta alîkariya ji koçberên nû re yên ku ji şerê Idlibê reviyane û dagirkeriya Tirkî li Efrînê niştecih kirine, sepand.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Mabeta ragihand ku sermilîs “Ebû Tirab” mixtarên her du gundan bi komkirina bacên nû erkdar kirin.