Afrinpost
Têkildarî birîna Tirkiyê ya avê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî, roja Înê 49 rêxistinên mafnasî, zagonî û ragihandinê yên Sûrî daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin û kiryarên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê derheqê şêniyên bakur û rojhilatê Sûrî de şermezar kirin.
Afrinpost jî wek toreyeke ragihandinê tevlî proseya şermezarkirina sûcên ku dagirkeriya Tirkî dike, bû û li gel rêxistinên din îmza xwe li daxuyaniyê da.
Daxuyanî wiha ye;
Ji nû ve 21’ê Adarê 2020 hêzên dagirkeriya Tirkî li Serê Kaniyê ku stasyona avê ya bi navê “Elok” li wir e, av li ser derdora 600 hezar kes ji şêniyên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî birî. Beriya wê jî gelek caran dagirkeriya Tirkî av li ser şêniyên herêmê birîbû ku herî dawî 24 Sibatê 2020 bû.
Stasyona Elok li gundewarê rojhilat ê bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî dikeve û jêdera sereke ya şêniyên bajarê Hesekê, Til Temir, kampa Holê, Erîşe, Waşûkanî û ji xeynî wan ji herêman. Dubarekirina birîna ava vexwarinê dihêle ku şênî li jêderine din ên avê ku dibe ku bi kêrî vexwainê neyê jî bigerin. Ew jî di demeke ku vîrûsa Koronayê “Kovîd 19” belav e, metirsiyê li ser jiyana wan çêdike.
Rêxistinên ku ev daxuyanî îmze kirine, birîna dorveger a avê ji aliyê hikûmeta Tirkî ve şermezar dikin û bi bîr dixin ku bêparhiştina şêniyan ji ava vexwarinê zagona mirovî ya navdewletî bin pê dike û sûcê şer e û li ser wê bingehê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, rêxistina NY a zarokan(UNISEF) û ofîsa karûbarên mirovî, Amerîka û Yekîtiya Ewropa dike ku;
1- Fişarê li hikûmeta Tirkiyê bikin da ku ji nû ve avê li ser herêmên ku jê bêparhiştina bi awayekî rasterast û lezgîn berde û careke din di bin ti hincetan de avê nebire.
2- Stasyona “Elok” a avê ji hesab û dijberiyên siyasî û leşkerî bidin aliyekî her wiha bixin bin rêveberiya ekîbeke sivîl, pispor û serbixwe û bi serpereştî û çavdêriyeke navdewletî were xebitandin her wiha weke kaxeza şantajê ji destê hêzên Tirkî were derxistin.
3- Pêwîst e were misogerkirin ku tevahiya şêniyên bakur û rojhilatê Sûrî sûdê û bi şêweyekî dadmend ji avê bigire.