Afrinpost-Taybet
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku istixbarata Tirkî roja Sêşemê borî 24’ê Adarê jineke Kurd ji mala wê ya li taxa Mehmûdiyê revand û birin cihekî nediyar.
Nûçegihan diyar kir ku istixbarata Tirkî welatiya Kurd a bi navê Kîbar Mihemed Guleş a 35 salî ku zewicî ye û ji şêniyên bajarokê Mabeta ye, revand.
Pirî caran milîsên Îslamî kiryarên gunehkariyê derheqê jinên Kurd li Efrînê dikin. Milîsên “Feyleq Elşam” 6’ê Mijdara 2019’an li gundê Mîdanekbezê yê navçeya Raco bi ser komeke malên welatiyên Kurd de çûn û bi şêweyekî hov êrîşî şêniyan kirin ku ji nava wan jineke ducanî hebû ku ji ber lêdanê zarok ji ber da.
Her wiha nûçegihanê Afrinpostê 14’ Mijdarê jî navên 6 jinên girtî ku li navenda Efrînê hatin revandin, belge kirin ku ew jî wiha ne: Xedîce Qere Elî, Emîne Qere Elî, Fedîla Mihemed, Fedîla Kirîko, Fedîla Sîdo, Heyat Qere Elî lê zêde şêniyê 80’î salî Nûrî Qere Elî