Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî” naskirî ne, koçberên Efrînê li herêmên Şehbayê bi rêya topbarankirinê bi armanca valakirina herêmê ditirsîne.
Di vê çarçoveyê de nûçegihan destnîşan kir ku artêşa Tirkî careke din bi topavêj û çekên giran herêmên Şehbayê topbaran kir û di encama topbaranê koçberekî Efrînî li bajarokê TilRifetê birîndar bû.
Nûçegihan diyar kir ku navê welatiyê birîndar Ebid Elrehman Ibrahîm e û 33 salî ye, piştî ku birîndar bû rasterast rakirin xala Heyva Sor a Kurdî li Til Rifetê.
Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî bê navber û bi şêweyekî dorveger gundewarê Efrînê ku ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve tê parastin û rejîma Sûrî li Şehbayê û Şêrawa topbaran dikin ku topbarana herî dawî 23’ê Adarê pêk hat.
Ji ber topbarana 23’yê Adarê ya li ser gundê Um Elhoş welatiyê kurd Mehmûd Ebûd ê 83’ê salî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Avrîn.