Afrinpost
Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî rêzeçalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de çekdarek kuştin û 3 jî birîndar kirin lê zêde maşîneyeke leşkerî ya dagirkeriyê rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê da zanîn ku operasyonên wan di nava sê rojan de li bajarê Efrîn û Ezazê yên dagirkirî li dijî dagirkerî û milîsên wê yên Îslamî pêk hatin.
Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê wiha ye:
Roja 20’ê Adarê: Hêzên me li dijî dagirkeriyê li nava bajarê Efrînê operasyoneke teqandinê pêk anî, di encamê de çeteyek hat kuştin û du jî birîndar bûn. Her wiha li ser rêya Raco jî li dijî milîsên dagirkeriyê operasyoneke teqandinê pêk anî û di encama wê de milîsek birîndar bû û maşîneyeke leşkerî rûxiya.
Roja 21’ê Adarê: Hêzên me li gundê Kefer Xaşir yê bajarê Ezazê êrîşî milîsên dagirkeriyê kirin û yek ji wan kuşt.
Roja 23’yê Adarê: Hêzên me li qada Azadiyê ya bajarê Efrînê operasyoneke teqandinê pêk anî lê belê bîlanço û encama wê nehat zanîn.
Hêzên Rizgariyê di dawiya daxuyaniyê de gotin ku artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên terorîst û bi taybet li vê dawiyê bê navber gund û navçeyên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin û tevgera balafirên keşfê nesekinî.