Afrinpost-Taybet
Hêjî welatiyê Kurd Ferhad Bêrem Egîd di zîndanên milîsên Ixwan Mislimîn de ye. Ev salek e bê ti tawan û darizandin di zîndana Maratê ya milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî de ye.
Welatî Ferhad ji şêniyên gundê Hebo yê navçeya Mabeta ye. Ew destpêka Nîsana 2019’an ji aliyê milîsên “Sultan Mûrad” ve hat revandin, 20 rojan di zîndana wan de man û piştre beramberî 900 hezar lîreyên Sûrî hat berdan.
Istixbarata Tirkî piştî demekê ji nû ve welatî Ferhad Egîd bi hinceta agahiyên derbarê bûyera xwekuştinê ya ciwanê bi navê Xoşnav Fayêq Henan ku her du di heman malê de dijiyan, bin çav kir û hêjî ew bê tawan û darizandina dagirkeriya Tirkî di zîndanê de ye.
Ciwanê Kurd bi navê Xoşnav Fayêq Henan 7’ê Sibata 2019’an şeva Pêncşemê, li mala xwe ya li taxa Mehmûdiyê di nava şert û mercên nediyar de xwe bi dar ve kir.
Sedema xwekuştina Xoşnav nehat zanîn lê berî ku xwe bikuje wî bi şêweyekî dorveger fidye dida milîsên Îslamî lê belê derbarê pereyên ku didan nakokî di navbera wî û milîsan de derdiket ji ber vê yekê jî milîsan gef li wî dixwarin.