Ebû Hesneyê Daişî weke berpirsyarê ewlehî yê milîsên “Ehrar Şerqiyê” li Efrînê bi dizî talaniyê tê naskirin

Afrinpost-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku berpirsyarê ewlehiyê yê berê yê Daiş’ê ku istixbarata Tirkî di nava milîsên “Ehrar Elşerqiyê” erkdar kiribû, niha li bajarê Efrînê wek berpirsyê heman milîsan li herêma otostrada bajêr kar dike.

Çavkaniyan teqez kir ku yê bi navê “Ebû Hesne” bi dehan ji malên koçberên Efrînê yên li ser otostrada bajêr dikevin, desteser kirin û navên xwediyên malan jî wiha ne; Îbrahîm Horş ji Gobekê, Fewzî Mihemed ji Xelnêrê, Xelîl Osman ji Senarê û Reşîd Mihemed ji Qurnê).

Ebû Hesneyê Daiş’î bi xopandin, fêlbazî û talankirina malên kurdan wek firoşgeh û tiştên dîtir naskirî ye. Dema ew diçe firoşgehekê, tiştê ku dixwaze dibe û heqê wê nade firoşer lê zêde gelek zeviyên zeytûnan ên li dorhêla kenala avê li taxa Mehmûdiyê desteser kirine.

Ne tenê erdan desteser dike her wiha otomobîlan li herêmên şer ên Idlibê didize û li herêma Efrînê difiroşe, wî ofîseke xwe ya kirîn û firotinê li kolana navenda çandê ya berê vekiriye û beşeke xwe din taybet bi firotina tiştên malan jî vekiriye.

Related posts