Milîsên Îslamî lîstikvanê berê yê klûba Efrînê revand

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Duşemê welatiyekî Kurd ji ser karê wî li taxa Efrîna kevn revand û birin cihekî nediyar.

Nûçegihan teqez kir ku çekdaran lîstikvanê berê yê klûba Efrînê ya sporê Ridwan Henan Hesen ji ser karê wî yê pevxistin û amadekirina sênîkên satelîtê revand û birin cihekî nediyar.

 Welatî Ridwan 50 salî ye ji şêniyên gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê ye. Ew zewicî ye û xwedî du zarokan e. Di salên 90’î de di klûba Efrînê ya sporê de dilîst.

Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.

Related posts