Nimêj hinceta milîsan a revandin û bidestxistina pereyan e

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Lîwa Elmuntesir Billah” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji sê rojan ve û li pey hev hemleya revandin û desteserkirina mal û milkên şêniyên gundê Umera yê navçeya Raco bi hinceta ku şêniyên gund nimêjê li mizgefa gund nakin, dest pê kirine.

Nûçegihan teqez kir ku milîsên ku serkêşê wê “Hac Kemal” e, 22’yê Adarê 2 welatiyên Kurd bi navê “Nezîr Cafer û Ehmed Cafer” bi hinceta ku ew li mizgefta gund nimêjê nakin, revandin. Milîsan ji xwediyên wan(malbat) 1000$ beramberî berdana wan xwestin.

Her wiha nûçegihan da zanîn ku milîsan 3 traktorên çandiniyê dema ku xwediyên wan diçûn ser karê xwe li nava zevî, bi hinceta ku ew di dema nimêjê de kar dikin, desteser kirin. Milîsan ji bo vegerandina traktoran ji xwediyên wan re(Henîf Hemo, Mihemed Îbiş, Remzî Bekir) ji her yekî 500 hezar xwestin.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîs 1000 lîreyî li ser her welatiyekî ku li mizgeftê nimêjê neke disepîne. Beriya wê bi demekê milîsan kalemêrekî Kurd bi navê Hemîd Bîlal, ji ber ku kurê wî berê di dema rêveberiya xweser de karê dadweriyê dikir, neçar kirin ku 500 tenekeyên zeytê weke fidye bide.

Tevî ku daîreya Ewqaf û karûbarên olî ya dagirkeriya Tirkî 29’ê Adarê giştînameyek li ser şêniyan belav kiribû ku tê de bang li welatiyan kir ku nimêja komî roja Înê di nav de li hemû mizgeftên herêmê weke tedbîr ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa coronayê, nekin, milîs welatiyan neçarî nimêjê dikin.

Related posts