5 çekdar di nav de sermilîsekî “Firqeya Elhemze” li Efrînê hatin veşartin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku termên kuştiyên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên ku tevlî şerê li Lîbiya bûn û li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer kirin ku li wir hatin kuştin, bi şêweyekî domdar digihêjin herêma Efrîna dagirkirî.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku roja Şemiyê 21’ê Adarê sermilîsê “Firqeya Elhemze” yê bi navê “Ebû Hisên Elhindawî” li Lîbya hat kuştin. Sermilîs “Elhindawî” ji şêniyên gundê Til Cebîn ê gundewarê Helebê yê Bakur e, berî ku tevlî nava şerê li Lîbya bibe, li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê cî girtibû. Piştî ku hat kuştin li bajarokê Ezazê yê Sûrî hat veşartin.

Her wiha di heman rojê de her du çekdar Metşer Carallah û Basil Carallah ji herêma rojhilat in ku cihê xwe di nava milîsên “Kombûna Lawên Dêra zorê” de digirtin û berî ku tevlî şerê li Lîbya bibin, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê cî digirtin, li goristana Elrufetiyê ya navçeya Cindirêsê hatin veşartin.

Du çekdarên milîsên “Cebha Elweteniyê(Zinkî) ” bi navê Elî Îşe û Ûdey Qîlah ku li gundê Turindê cî girtibûn, li gundên wan li herêma Girê Spî hatin veşartin.

Roja Yekşemê jî termên 28 çekdaran gihîştin nexweşxaneya Heyva Şîn a Tirkî û derbasî beradeyan kirin ku piraniya wan ji milîsên Firqeya Sultan Mûrad bûn. Dagirkeriya Tirkî wan kom bi kom vedişêre da ku tevlihevî di nava malbatên wan de dernekeve.

Related posts