Dagirkeriya Tirkî ji bilî milîsên Tirkmenî pereyan li ser milîsinan qut dike, ji hinekan re jî kêm dike

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî bi mebest milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” bi çûk dixe da ku wan karibe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de dagirkeriyê mûçe li ser hinek milîsan qut kirin û li ser hinekên din kêm kirin lê belê destek û piştgiriya milîsên Tirkmenî bi rêk û pêk dike da ku wan li Sûriyê û Lîbya bi kar bîne.

Nûçegihanê Afrinpostê agahî bi dest xistin ku dagirkeriya Tirkî, vê heyvê pere li ser milîsên “Ehrar Elşamiyê” qut kirin her wiha muçeyên milîsine din daxistin nîvî ku milîsên “Firqeya Elhemze û Cebha Elşamiyê“ 200 lîreyên Tirkî birin lê belê milîsên Îslamî yên Tirkmenî muçeyên xwe bi giştî ango 800 lîreyên Tirkî mehane dibin lê zêde basketên alîkariyê jî ji bo wan tên pêşkêşkirin her wiha serwerî û gotina wan di saziyên dagirkeriya Tirkî yên li herêmên dagirkirî wek Bab, Cerablus, Ezaz û Efrînê dimeşe.

Têkildarî wê ji Afrinpostê re agahî hatin ku dagirkeriya Tirkî plan dike ku beşeke milîsên “Ehrar Elşerqiyê” derbasî bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî bike û beşeke din jî ji bo Lîbya bi rê bike û qutkirina pereyan li ser wan di çarçoveya zora li ser wan da ku fermanên dagirkeriyê pêk bînin, tên.

Related posts