Niştedagîr tiştên malên kirêkirî difiroşin û li ser kirêdana malên koçberan şer dikin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û malbatên xwe yên niştedagîr bazirganiya bi mal û firoşgehên koçberên Efrînê berdewam dikin her wiha şêniyên li Efrînê mane jî bi armanca koçberkirinê, wan asteng dikin û ti lêpirsîn û hesab ji wan nayên xwestin.

Di vê çarcoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrên Xûtaya Rojhilat a gundewarê Şamê, şiqeyek(apartman) li taxa Eşrefiyê bi 1500$ firot.

Mala ku hatiye firotin a welatiyê kurd ê bi navê “Ebû Elî” ye ji şêniyên gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ye ku niştedagîr di mala xwe de bê pere bi cî kiribû.

Her wiha niştedagîrek ji Idlibê bi navê “Ebû Rêzan” tiştên mala welatiyê Mihemed Ebû Ciwan ku bi kirê biribû, firotin. Welatî Mihemed ji şêniyên gundê Qurtqulaqê ye û mala wî li taxa Eşrefiyê ya Efrînê dikeve.

Girêdayî wê çekdarekî ji bajarokê Heyan ê gundewarê Helebê yê bakur, ji koma Ehmed Haşim a milîsên “Cebha Elşamiyê” ye, mala welatiyê kurd Henan Hemo ji şêniyên gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ye û li dorhêla kargeha Zeytûnî ya li taxa Eşrefiyê dikeve, bi 1500$ Amerîkî firot.

Her wiha li taxa Eşrefiyê pevçûn bi çeka Spî(kêr) ji ber dijberiya li ser kirêdana mala welatiyê koçber Ezîz Ebû Mihemed di navbera niştedagîrên Xûtaya Rojhilat derket. Di encamê de 2 kes bi kêran birîndar bûn. Welatî Ezîz Ebû Mihemed ji gundê Mezin ê navçeya Mabeta ye, mala wî li kaşê firina Cûdî ya taxa Eşrefiyê dikeve.

Related posts