Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, astengkirin û bikaranîna sûcên mirovî derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane de, di çarçoveya hewldanên koçberkirin û niştedagîriyê de berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên “Firqeya Elhemze” ku gundê Basûtê dagir kirine, kirêgirekî baxçeyê fêkiyan ê bi navê Hesen Mamed neçarî derewan kirin da ku baxçeyê fêkiyan desteser bikin.
Hesen Mamed baxçeyê welatî Yûsif Xelîl bi kirê biribû. Çekdaran Hesen neçar kirin ku baxçe ne yê wî ye û pereyên ku di nava du salan de ji baxçe qezenc kirine jê standin. Her wiha kirêgir neçarî ku yan baxçe radestî wan bike yan jî weke karker lê bixebite û piştre berhema wê radestî çekdaran bike.
Heman milîsan beriya demekê bêtirî 400 darên xoxê li gundê Kurzêlê yên zeviyê welatiyê bi navê Mihemed Îbiş Fiyo birîn û ji xwe re kirin êzing lê zêde ku baxçeyê hirmiyan jî desteser kirin.