Salvegera 2’emîn … Rêveberiya Xweser teqezî li vegera bi ewle a koçberên Efrînê kir

Afrinpost

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê roja Çarşemê soza xwe ya tekoşîna û berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirkî nû kir û bang li gelê Kurd kir ku li dora Rêveberiya Xweser kom bibin da ku bigihêjin demokrasî, aştî û azadiyê.

Hemwextî salvegera duyemîn a dagirkeriya Tirkî ji herêma Efrînê re, Rêveberiya Xweser daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de bang li hêzên herêmî û navdewletî kir ku li hemberî qirkirina ku derheqê mirov, surişt, şûnwar, nirx, bawerî û vegera biewle ya şêniyên Efrînê bê deng nemînin.

Her wiha rêveberiyê di daxuyaniya xwe de êrîşên dagirkeriyê ji Efrînê re ku bi xwe re komkujî, wêranî, dizî û talanî û tunekirina nasnameya herêmê şermezar kir û diyar kir ku şêniyên Efrînê tevî koçberiyê hêjî bi berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê berdewam in û wiha dewam kir; gelê me li dijî dagirkeriya 58’an rojan li ber xwe da, di nava rojên berxwedanê de qehremantî û qurbaniyên mezin da, gelê me bi girêdana xwe bi axê, nirx, dîrok û xwezaya herêmê re bû nimûneyeke dîrokî.

Rêveberiya Xweser bang li gelê Sûriyê bi giştî û gelê kurd bi taybet kir ku li dora projeyê û bîrdoziya Neteweya Demokratîk kom bibin ji ber ku di nava demeke kurt de teqez kir ku ew nimûneya herî guncav a jiyana hevbeş di navbera gel, netewe, ol, demokrasî, aştî û azadiyê de ye.

Her wiha rêveberiyê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistin û partiyên Kurdî kir ku tevlî nava refên tekoşînê bibin û rêgezên biratiya gelan û neteweya demokratîk bi rêya lidarxistina kongreyeke neteweyî û niştîmanî bi giştî bi cî bînin.

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de ji rêxistinên navneteweyî, navdewletî û mafnasî xwedî biryar, sozdayînên mirovî û hiqûqî û bi taybet ên girêdayî jin, zarok, xweza, bawerî û jiyanê derkevin.

Related posts