Afrinpost-Taybet
Çavkaniyên navxweyî Afrinpost agahdar kir ku dagirkeriya Tirkî şandina milîsên Îslamî bo şerê li Lîbiya dewam dike. Lê belê ne tenê milîsan dişîne her wiha malbatên wan jî bi rê dike.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkî dê roja Pêncşemê 19’ê Adarê komeke niştedagîran an malbatên milîsan ji Efrîn û Babê bi rêya derbasgeha Elselamê bişîne Lîbya.
Li gorî agahiyên ku nûçegihan ji nava çekdaran bi dest xistine, dê malbatên çekdaran hefteyekê li bajarê Mirsînê komî ser hev bibin û piştre ji bo Lîbya werin şandin û wiha dewam kir; armanc ji şandina malbatên çekdaran ew e ku ajendeyên Osmaniya nû wek çawa li Efrîn û herêmên rojhilatê Firatê pêk anîn, li Lîbya jî pêk bînin. Da ku dewleta Tirkî siyasetên xwe yên niştedagiriyê li herêmê bide rewakirin, kaxeza penaberên Sûrî weke şantajî li dijî Ewropiyan bi kar tîne.