Li Şehbayê: Zarokê şervanekî kurd hemwextî şehadeta bavê xwe çavên xwe li dinê vedike

Afrinpost–Taybet

Berî çend saetan ji bûyîna zarokê xwe yê yekem ku bi dilgermî li bendê bû, şehîd bû. Bûyera yekem ku çavên xwe li ser vekir, merasîma şehadeta bavê wî bû. Helwesta malbata wî gelekî bi êş û dijwar bû ku ji milekî ve zarokekî malbatê hat û ji aliyekî din ve bavê wî di oxira rizgarkirina Efrînê de şehîd bû.

Herêmên Şehbayê bûyereke bi êş jiya ku hemwextî şehadeta şervanekî Hêzên Rizgariya Efrînê kurê wî ji dayîk dibe.

Xortê bi navê Muslim Krocî bi nasnav Zinar Amed ji destpêka avakirina Hêzên Rizgariya Efrînê ve bi armanca şerê li dijî dagiekeriya Tirkî û rizgarkirina Efrînê, tevlî nava refên şervanên Rizgariya Efrînê bû. Ji beriya salekê ve zewicî ye û malbata wî li gundê Babinsê yê herêmên Şehbayê dijî.

Dema ku şervan Zinar Amed erka xwe ya leşkerî ango parastina erd û rûmeta xwe dikir, dagirkeriya Tirkî ew bi topekê armanc girt û di encamê de şehîd bû.

Di heman rojê de û piştî çend saetan ji şehdeta wî, zarokê wî yê yekem ku li bendê bû, ji dayîk bû. Lê belê dagirkeriya Tirkî ew ji kêfxweşiya pêşwazîkirina zarok, bêpar hişt.

Belê … dagirkeriya Tirkî zarokê nûbûyî berî ku bavê xwe bibîne, sêwî kir û malbat ji kêfxweşiya bûyîna zarokê nû mehrûm kir. Vê bûyera trajedî ne tenê malbat, hemû şêniyên Efrînê yên koçber dilsoj kirin.

Roja Pêncşemê 12’ê Adarê, bi hezaran ji şêniyên Efrîn û Şehbayê û di nava kêliyên şîn û dilsojiyê de, şehîd Muslim spartin axê ku rondikên şînbûn û hêviyê bi hatina zarokê nûbûyî tevlî hev bûn. Zarokê nûbûyî bi navê bavê xwe yê şehîd hat binavkirin.

Related posts