4 termên kuştiyên milîsên “Sultan Mûrad” ji Lîbiya gihîştin Efrînê

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku bêtir termên kuştiyên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên ku tevlî şerê li Lîbiya bûn û hatin kuştin, rojane digihêjin nexweşxaneya lekşerî ya ku berê bi navê şehîd Ferzende dihat naskirin da ku li goristanên herêmê werin veşartin.

Nûçegihan teqez kir ku tirimpêlên ambulansê yên Tirkî sibeha roja Şemiyê, 4 term di tûrên reş de bûn, gihandin nexweşxaneyê ku piştre li tirimpêlên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” hatin barkirin û ji bo binaxkirina wan, birin goristaneke herêmê.

Nûçegihan teqez kir ku agahî hene ku bêtirî 30 termên çekdarên Îslamî yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî” di nexweşxaneya bajarê Kilisê yê Tirkî de hene. Desthilatên Tirkî neçar man ku hinekan ji wan li goristanên herêmê veşêrin da ku tevlihevî û tirs di nava refên çekdaran de dernekevin.

Related posts