Komeke din a termên milîsan gihîştin Efrînê û ji nava wan 3 yên milîsên “Mihemed Elfatih” in

Afrinpost-Taybet

Termên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur ” naskirî ne, bi şêweyekî domdar ji Lîbiya digihêjin Efrînê.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku komeke din a termên kuştiyên milîsên Îslamî gihîştin Efrînê û wiha dewam kir; milîsên “Sultan Mihemed Elfatih” ên Tirkmenî sibeha roja Çarşemê 2 termên kuştiyên xwe li goristana Kersana ya başûrê bajarê Efrînê ku di şerê li Lîbiya de hatibûn kuştin, veşartin.

Milîsan duh jî 3 kuştiyên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” li Efrînê veşartin ku mersîma cenazeyan ji navenda milîsan li taxa Efrîna Kevn a bi navê navenda “Ebû Qasim Elhumsî” dest pê kirin.  Her wiha 3 kuştiyên milîsên “Lîwa Mutesim”  li bajarokê Marê, ji nava wan ê bi navê “Ehmed Nasir”  ku ji eşîreya Umêratê ye, veşartin.

Bi giştî roja Çarşemê 11’ Adarê 9 kuştiyên sê milîsan hatin veşartin û 4 kuştiyên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” li goristana Kersana 9’ê Adarê ku ji nava wan çekdar Basil Mihemed hebû. Hemwextî wê jî Afrinpostê destnîşan kir ku 47 termên çekdaran ji Lîbiya tên Efrînê ku sermilîs wan bi şêweyê koman tînin.

Related posts