Milîsên “Ehrar Elşerqiyê” li ser her dareke zeytûnê 2 $ wek bac li gundê Hemamê disepînin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” bi serpereştiya istixbarata Tirkî debara jiyanê ya şêniyên kurd li Efrînê sînordar dikin ku bacan li ser wan disepînin da ku wan ji aliyê madî de tengav û xizan bikin û di encamê de wan bidin koçberkirin û li şûna wan şêniyên Idlibî yên ku ji ber şerê li Idlibê direvin, bi cî bikin.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Ehrar Elşamiyê” dest bi sepandina bacên nû li ser sivîlên kurd ên ku li Efrînê mane, kirin.

Çavkaniyan teqez kirin ku milîsan li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê, ji bo her dareke zeytûnê 2$ weke bac spandin û wiha dewam kirin; milîsan cotkarên gundê Hemamê eger zeviyên wan bi berhem bin yan ne bi berhem bin, neçarî dayîna 2 dolaran li ser her darekê dikin. Bacên milîsan heta li ser zeviyên zeytûnan ên koçberên Efrînê jî derbasdar e.

Afrinpost bi rêya çavkaniyên xwe karî xwe bigihîne cotkarên ku bac li ser wan hatine sepandin ku navên wan jî wiha ne; Hisên Sebrî 350$, Xelîl Qişqo 300$ û Mistefa Qişqo 300$

Milîsên Îslamî bacan bi şêweyên cuda cuda li sivîlên kurd ên li Efrînê mane dixin.

Afrinpost Çileya borî ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Feyleq Elşam” bac li ser şêniyên gundê Zerka û Çûbana yên navçeya Raco sepandin ku ofîsa aborî ya milîsên bi serkêşiya “Ebû Welîd” li navenda xwe şêniyên her du gundan agahdar kirin ku pêwîst e her malbatek 2 teneke zeyt, ger zeviyên wan bi berhem bin a ne bi berhem bin, bidin.

Related posts