Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di desteserkirina mal û milkên şêniyên Efrînê yên resen de bi darê zorê û çekê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, milîsên Îslamî di dema ku jineke kurd ne li mala xwe bû, deriyê mala wê şikandin û malbateke niştedagîr tê de bi cî kirin.
Nûçegihan teqez kir ku çekdarên ji koma “Nîdal Biyanonî” ya milîsên “Cebha Elşamiyê”, kilîta mala welatiya kurd a bi navê Almaz Reşîd(dayîka Wehîd) şikand û malbateke Biyanonî ya ji gundewarê Helebê yê rojava tê de bi cî kirin û wiha dewam kir;
Mala welatiyê li dorhêla çerxerêya Qeban li taxa Eşrefiyê dikeve. Welatî Almaz(Dayîka Wehîd) ji bo dermankirinê çûbû nexweşxaneyê, dema ku ji nexweşxaneyê vedigere, dibîne ku malbateke niştedagîr di mala wê de ye û matmayî dimîne.
Lê zêde koma “Biyanonî” 2 bateriyên malê û tabloyên enerjiya rojê dizîn. Piştî gelek hewldanan welatiya kurd karî mala xwe ji çekdaran vegerîne û hinek çavkanî dibêjin ku milîsan li dayîka Wehîd dan.
Ev bûyer ne ya destpêkê ye û ne jî ya dawîn e ku beriya wê bi sedan ji malên şêniyên Efrînê yên li herêmê mane, li pêşiya wan hatine desteserkirin û bêyî ku karibin xwedî li mafê xwe derkevin. Milîsên Îslamî li gelek gundan rê li pêşiya vegera welatiyên kurd ji xanî, milk û malên xwe re bi hinceta ku bûne navendên leşkerî yên milîsan an jî niştedagîr tê de bi cî bûne, girtin.