Kemal Sîdo ji Afrinpostê re: Dijberiya Kurdî-Erebî ji berjewendiyên Tirkiyê û rejîma Sûrî re ye

Afrinpost-Taybet

Komeleya Parastina Gelên Gefxwarî ku navenda wê li Almanya ye, roja Çarşemê piştî îmzekirina protokola Moskova(peyman) 5’ê Adarê, derbarê gotegotên girêdayî hebûna peymanên veşartî di navbera Pûtîn û Erdogan de, daxuyaniyek weşand.

Komeleyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serokê Tirkî Erdogan dixwaze şêniyên kurd ku ji bajarê Efrînê bi darê zorê koçberî herêmên Şehbayê bûne, li parêzgeha Reqayê ya Erebî bi cî bike û ew xwesteke Erdogan bi gava “metirsîdar” bi nav kir û teqez kir ku şêniyên Efrînê dixwazin vegerin malên xwe û naxwazin biçin Reqayê.

Serokê Beşa Rojhilata Navîn di komeleyê de Kemal Sîdo ji Afrinpostê re axivî û wiha got: Eger xwesteka Erdogan pêk were tê wateya guhertina demografîk ku hem li Efrînê pêk tîne û hem jî dixwaze li Reqayê pêk bîne û wiha dewam kir;

Erdogan bi gaveke bi vî rengî dixwaze dijberiyeke netewî di navbera Kurd û Ereban de peyda bike û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ev plan bi bin xist û siyaseteke li dijî kîn û kerbê di navbera pêkhateyên herêmê de meşand.

Serokê Beşa Rojhilata Navîn Kemal Sîdo di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku dijberiya Kurdî-Erebî li herêmê ji berjewendiyên Tirkiyê û rejîma Sûrî ye.

Komeleya Parastina Gelên Gefxwarî di sala 1968’an de ava bû. Ew di Yekîtiya Ewropa û Neteweyên yekbûyî de karê çavdêriyê dike.

Related posts