6 termên milîsên Îslamî ji Lîbiya gihîştin Marê û Efrînê

Afrinpost-Taybet

Termên çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn ên bi navê Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur naskirî ne, bi şêweyekî domdar ji Lîbiya digihêjin Efrînê.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku 3 termên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ku di şerê li Lîbiya li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî de hatibûn kuştin, gihîştin herêma Efrînê. Nûçegihan destnîşan kir ku merasîma veşartina her sê kuştiyan ji navenda milîsan li taxa Efrîna Kevn ku bi navê navenda “Ebû Qasim Elhumsî” tê naskirin, dest pê kir.

Her wiha nûçegihan hat agahdarkirina ku 3 termên milîsên “Lîwa Mutesim” gihîştin bajarokê Marê ku di nava wan de jî yê bi navê “Ehmed Nasir” ji eşîreya Umêrat hebû.

Related posts