Îlham Ehmed ji Afrinpostê re: Rûsiya ji me daxwaza veguhastina koçberên Efrînê bo Reqayê nekiriye

Afrinpost-Taybet

Di nava çalakvanan de hinek nûçe hatin ragihandin ku Rûsiya hewl dide ku koçberên Efrînê ji Şehbayê veguhêzîne Rojhilatê Firatê û bi taybet bajarê Reqayê.

Gotegotên bi vî rengî şik û guman derbarê koçber û pêşeroja Efrînê de çêdikin, li şûna koçberên Efrînê vegerînin cih û warê wan û dagirkeriya Tirkî ji axa Sûriyê derxin, aliyên xêrnexwaz gotinên neyînî yên bi vî awayî belav dikin.

Têkildarî agahî û gotinên çalakvanan a veguhestina koçberên Efrînê bo Reqayê, Afrinpost li gel Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hevdîtin kir.

Îlham Ehmed ji Afrinpostê re teqez kir ku agahiyên di nava çalakvanan de tên gotin, di çarçoveya şerê taybet ê dagirkeriya Tirkî li dijî gelê me de tên. Rûsiya ji me nexwestiye ku em koçberên Efrînê ji Şehbayê derbasî Reqayê bikin.

Her wiha Îlham Ehmed bal kişand ser şêniyên Efrînê yên li herêma Efrînê mane û got ku gelek raporên bi belge derbarê trajedî û êşa wan de bi raya giştî hatine parvekirin û wiha dewam kir; tevî zor û zehmetiyên koçberiyê, şêniyên Efrînê li kamp, gund û bajarokên Şehbayê her wiha li Heleb û rojhilatê Firatê bi giştî li benda vegera Efrînê ne. Ti daxwaz ji me re nehatiye û eger tiştekî bi vî rengî pêk were, wek çawa komkujî bi serê Ermenan hat dê bi serê gelê me de jî were û dikeve çarçoveya paqijkirina etnîkî.

Îlham Ehmed têkildarî peymana Rûsî -Tirkî de jî axivî û wiha anî ziman: Tiştê ku ez dizanim ku ew peyman demkî ye û her agirbestek ji bo amadekirina şerên dîtir tên îmzekirin. Tirkiyê bi her rêbazî hewl dide ku peyman bibe hertimî û bi kûrahiya 30 KM be, lê belê ev plansaziya Erdogan digihêje sînorê bajarê Helebê ango dê bandorê rasterast li Helebê bike û bajar têkeve bin serweriya dagirkeriya Tirkî. Dewleta Tirk ne tenê 35 KM dixwaze, ew tevahiya Sûriyê dixwaz û idîa dike ku Şam milkê sultanên Tirkî ye, ji ber vê yekê peymanên herêmên kêmkirina şer feydeyê li Sûriyê û Sûriyan nake, ew bi rêya wan peymanan proseyên koçberkirin û guhertina demografîk li gorî berjewendiyên xwe pêk tînin.

Related posts