Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, binpêkirinan derheqê goristan û mezarên olî yên herêma Efrînê de berdewam dikin. Milîs bêyî ku rêz û hurmetiyê ji nirxên mirovî û ayînên olî re bigirin, hemû cihên dîrokî û kevnar vedidin û radikin.
Di vê çarçoveyê de, beriya du mehan bi armanca lêgerîna li gencîne û defîneyên şûnwarî, dagirkeriya Tirkî bi maşîneyên giran binê mizgeftekê li bajarokê Şiyê koland û veda. Piştî du mehan ji kolan û vedanê û karên xirabkirinê, minareya mizgeftê hilweşiya.
Niştecihên bajarokê ji Afrinpostê re teqez kirin ku milîsên “Sultan Silêman Şah” ku bi navê “Elemşat” naskirî ne, ji du mehan ve mizgeft dorpêç kirine ku di heman demê de bi hinceta karên reformkirin û nûkirinê binê mizgeftê vedidan û dikolan. Lê belê di rastiyê de li parçeyên dîrokî û şûnwarî digeriyan.
Çavkaniyan dan zanîn ku mizgeft li qada kaniyê(kaniya Şiyê) li navîna bajarokê dikeve, bilindbûna minareya mizgeftê 25 M û dîroka avakirina wê vedigere derdora 150 salî berê.
Her wiha çavkaniyan destnîşan kirin ku firoşgehên bazirganiyê jî yên li kêlek û derdora mizgeftê ku meleyê mizgeftê yê berê feyde ji wan digirt, hatin rûxandin û wiha dewam kirin; karên bi vî rengî(kolanû vedan) li mizgefta Nebî Hûrî jî tên kirin.
Ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin, artêşa Tirkî û milîsên wê ve amûrên pêşketî bi armanca lêgerîna li şûnwarên dîrokî û metalên giranbuha digerin, li herêmê bi kar tînin. Şêniyên herêmê teqez dikin ku artêşa Tirkî çiqasiyên mezin ji zêrên binaxkirî(gundê Barava) derxistin lê zêde gotûbêj bi berdewamî li ser vedan û kolan girên şûnwarî li Efrînê tên kirin. Pisporên şûnwarnasiyê teqez dikin ku girên dîrokî li Efrînê xwedî gelek qat in ku ev yek jî nîşan dide ew gir bi şûnwarên vedigerin gelek serdemên dîrokî yên li pey hev dewlemend e.
.