Ji ber îşkenceya milîsan xortekî kurd û negihîştî çavekî xwe wenda kir

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî, astengkirin û pêkanîna sûcên mirovî li dijî şêniyên kurd ên li Efrînê mane de, di çarçoveya hewldanên koçberkirin û niştedagîriyê de berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku çekdarine milîsên “Lîwa Weqas” ên Ixwan Mislimîn, beriya mehekê kurdekî negihîştî bi navê Hesen Nesro Şukirî yê 16 salî ji mala wî ya li gundê Anqelê revand. Piştî hefteyekê ji revandina wî, beramberî 3 milyon lîreyên Sûrî weke fidye hat berdan.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan xortê negihîştî Hesen bi giranî îşkence kir ku ji ber wê xort çavekî xwe wenda kir her wiha cihên dîtir ên gewdeyê wî birîndar kirin ku ew neçar ma heta niha di nava nivînan de bimîne.

Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.

Related posts