100 çekdarî ji milîsên “Sultan Mûrad” ji Efrînê berê xwe dan Lîbiya

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî şandina çekdarên milîsên Îslamî ji Efrînê bo Lîbiya da ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin, berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku komeke din ji çekdarên “Firqeya Sultan Mûrad” ji bajarê Efrînê derketin û berê xwe dan derbasgeha Bab ElSelame ya li nêzîkî bajarê Ezazê ku ji wir derbasî Lîbiya bibin.

Nûçegihan teqez kir ku 3 otobusên spî ku her yek ji wan 28 kes lê siwar dibin, ji pêşiya avaniya desteya Çandiniyê ya berê(rêveberiya xweser) ku milîsên “Sultan Mûrad” ji xwe re kirin navend bi rê ketin û bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Teyar” berê xwe dan derbasgeha Bab Elselame.

Nûçegihanê Afrinpostê 26’ê Sibatê ragihandibû ku dagirkeriya Tirkî bi mebest biryarname derheqê milîsên “Firqeya Elhemze”, “Ehrar Elşerqiyê ” û “Firqeya Sultan Mûrad”  derxist û tê de gef li çekdaran xwar ku yên tevlî şerê li Lîbiya nebin, dê mûçeyên wan(pere) qut bikin.

Her wiha roja Sêşemê 18’ê Sibatê nûçegihan bi bîr xist ku dagirkeriya Tirkî 600 çekdar ji herêma Ezaz, Efrîn û Babê yên girêdayî milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” di derbasgeha Elselamê re derbasî Tirkiyê kirin û ji wir derbasî Lîbiya kirin.

Related posts