Afrinpost-Taybet
Nûçegihanên Afrinpostê roja Yekşemê li bajarê Efrînê û gundewarê wê ragihandin ku 3 teqîn bi rêya motorsikletên bombekirî pêk hatin û di encama teqînê de 5 çekdarên milîsên Îslamî hatin kuştin.
Teqîna yekem Li gorî nûçegihan li bajarê Efrînê, sibeha roja Yekşemê bi rêya motorsikleteke bombekirî li pêşiya navenda milîsên “Lîwa Dirih Elhesekê” ya milîsên “Feyleqa Sêyem” pêk hat ku di encamê de çekdarek hat kuştin û 6 sivîl di nava wan de 2 kurd ji şêniyên herêmê birîndar bûn.
Teqîna duyem jî li pêşiya avaniya gumrikê “xwaringehên Kebso” bi rêya motorsikletekê pêk hat ku di encama wê de 4 çekdar ji koma “Kebso” yên milîsên “Cebha Elşamiyê“ hatin kuştin. Teqîneke weke wê li bajaroka Şera bêyî ku ti çekdar werin kuştin pêk hat.