Milîsan 4 kuştiyên xwe veşartin û amadekariya pêşwazîkirina 47 termên din ji Lîbiya dikin

Afrinpost-Taybet

Termên çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî-Ceyş Elhur” naskirî ne, bi şêweyekî berdewam û bê navber digihînin Efrîna dagirkirî.

Li gorî çavdêrîkirina nûçegihanên Afrinpostê li herêma Efrînê, çekdarên Ixwanî yên ji bo şerê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî, çûbûn Lîbiya û li wir hatin kuştin, termên wan vedigrin Efrînê û li wir tên veşartin.

Di vê çarçoveyê de, 4 kuştiyên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” li goristana Kersana ya navenda Efrînê hatin veşartin ku ji nava wan çekdar Basil Mihemed e. Her wiha 47 termên çekdaran li ser rê ne, milîs wan ji Lîbiya bi şêweyê kom bi kom tînin Efrînê.

Hemwextî wê, dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn amadekarî ji bo şandina 600 çekdar ji milîsên “Ehrar Elşerqiyê” û “Lîwa Elmutesim” bi serî kirin.  Lê belê nakokiyên derbarê mûçeyên wan de, şandin bi dereng xist ku milîs çend mûçeyên pêşwext dixwazin, lê belê dagirkeriya Tirkî heta ku milîs derbasî erdê Tirkiyê nebin, pereyan nade wan.

Milîsên “Sultan Silêman Şah” li vê dawiyê tabûrek ji 270 çekdarî pêk tê, di bin navê tabûra “Neviyên Ertuğrul” ku piraniya wan ji Tirkmenan in, li kampekê li navçeya Şiyê hatibûn perwerdekirin, şandin Lîbiya. Rewangeha Sûrî beriya çend rojan bi bîr xist ku hejmara kuştiyên çekdarên Ixwanî yên Sûrî li Lîbiya gihîşt 117 çekdarî ku piraniya wan ji milîsên “Sultan Mûrad” û Lîwa Mutesim” bûn.

Related posts