Afrinpost-Taybet
8’ê Adarê ya îsal li Efrînê ji jinê re ne wek salên dema ku herêma Efrînê ji aliyê keç û xortên xwe ve dihat birêvebirin, bû.
Roja Jinê ya Cîhanî 8’ê Adarê li Efrînê bi bêdengî û bêyî ku wek her sal jin dakevin qadan û ji bindestî û paşguhiyê re bibêjin Na, derbas bû.
Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve ji nû ve li Efrînê ramanweriya înkara maf û daxwazên jinê ya rizgarkirina ji zordariya zihniyeta mêr li ser jinê, sepandin.
Di vê çarçoveyê de birêz dayîka Canyar a ku li gundekî nêzîkî bajarê Efrînê dijî, 45 salî û xwedî 3 zarokan in ji Afrinpostê re axivî û got:
Rewşa li Efrînê serûbin bû, ji derketina ji malê bigire heta danûstandina bi civakê re, ewlehî û ji tirsa ku her kesekî/ekê berê li gel rêveberiya xweser kar kiribû, heye.
Belê tevî kiryarên dijmirovî û derexlaqî yên ku dagirkeriya Tirkî li dijî jinan li Efrînê dike, bi îsrara ku li dijî dagirkeriya Tirkî tekoşîna xwe berdewam bike û ji rizgariya ji zihniyeta înkara maf û xwestin jinê bawer e.