Afrînpost-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku istixbarata Tirkî, bi mebest sê çekdar ji zîndana Maratê ya milîsên “Polîsên Serbazî” derxistin û şandin Lîbiya. Milîsan ew her sê çekdar beriya salekê ji ber kuştina welatiyekî kurd, xistibûn zîndanê.
Çavkaniyan diyar kirin ku istixbarata Tirkî beriya du hefteyan, her sê çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ku ji parêzgeha Humsê ne, şandin Lîbiya da ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqa Wetenî ya Ixwanî li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî bi serkêşiya Xelîfe Hefter şer bikin.
Çavkaniyan teqez kirin ku çekdarên hatine berdan ji ber ku wan welatiyê kurd ê bi navê Ednan Reşîd Emîr li gundê Meydankê yê navçeya Şera kuştibû, hatibûn zîndanîkirin. Welatî Ednan 4’ê Cotmeha 2019’an saet 04:00 ji ber ku li pêşiya çekdaran dema ku dixwestin firoşgehên bazirganiyê yên malbata Îsa Melksûr yên li kêleka mala wî li bajarokê bidizin, sekinî, hat kuştin.
Girêdayî wê, çavkaniyên taybet ji hundirê navenda milîsên “Polîsên Serbazî” ragihandin ku hinek ji çekdarên ku ji ber sûcên kuştinê hatibûn zîndanîkirin, ji yê bi navê “Mihemed Hemadîn” bi nasnav “Ebû Riyad” ku li bajarê Efrînê sermilîsek e, xwestin ku wan berdin da ku tevlî şerê li Lîbiya bibin û çavkaniyan destnîşan kirin ku daxwaza zîndaniyan di ber çavan re tê derbaskirin.