Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku gendelî û bertîlxwarî di meclisa navxweyî ya dagirkeriyê de bê hesab heye. Karmendên meclisê ji alîkariya ku ji hinek aliyan wek Qeter û saziyên hawarçûnê yên Tirkî tên, didizin.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihan diyar kir ku karmendekî Idlibî di odeya piştgiriya çandinî ya meclisa navxweyî de dixebite, 150 tûrên semadê firotin bazirganekî malbata Derozî(lawên Hec Elî Derozî) ku her tûrek bi 9 hezar lîreyên Sûrî firotinê.
Afrinpost 7’ê Çileya 2019’an ji çavkaniyên ji rewşê agahdar, zanî ku meclisa navxweyî ya dagirkeriyê li Efrînê daxwaznameyeke darayî pêşkêşî komeleyeke xêrxwazî ji bo lêçûnên sotemenî û dibistanan kir.
Li gorî agahiyan, wê demê meclisa navxweyî ya dagirkeriya Tirkî bi serokatiya yê bi navê Mihemed Seîd Silêman, daxwaznameyeke nivîskî pêşkêşî komeleya Rehme ya xêrxwaziyê kir ku di daxwaznameyê de diyar dike ku pêwîstiya wî bi 220 hezar dolar ji bo lêçûnên bendava Meydankê û sotemeniya dibistanan heye her wiha 180 hezar dolar ji bo pêwîstiyên dibistanan ji pirtûk û cilan jî heye.
Çavkaniyan teqez kir ku komele, tirsî ku xapandin û fêlbazî di daxwaznameyê de hebe û li ser wê esasê daxwazname qebûl nekir.
Wê demê agahî ji nava welatiyan derket ku serokê meclisa navxweyî ya navçeya Raco yê bi navê Fadil Horo ku ji aliyê istixbarata Tirkî ve hatiye erkdarkirin, li ser navê pêwîstiyên gel, diziyê ji komeleyên xêrxwaziyê dike her wiha agahî hene ku berhemên zeytûnan ên koçberên Efrînê desteser dike û girêbestên kirîn û firotina zeyta dizî li gel milîsên Îslamî û bi taybet li gel milîsên “Ehrar Elşerqiyê” îmze dike.