Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, di astengkirin û zorkirin şêniyên kurd de bi armanca koçberkirina wan û niştedagirkirinê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, hemleyên revandinê yên bêserûber, biserdegirtina malên sivîlan û xwestina fidyeyan berdewam dikin.
Têkildarî revandina sivîlan, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Sultan Suleyman Şah” ên bi navê “Elemşat” naskirî ne, kurdekî temenmezin 50 salî revand û piştî 4 rojan berda.
Nûçegihan diyar kir ku kesê revandî bi navê Ebû Dara ye, ji ber pêwîstiyên ewlehî navê xwe yê rast neda û wiha Ebû Dara rewşa xwe anî ziman; milîsên “Sultan Suleyman Şah” 3 caran ez bi hinceta ku berê peywendiya min bi Rêveberiya Xweser re hebû, revandim. Ez îşkence kirim û derbasî gelek zîndanan kirim, ji wan zîndana Maratê û ya Efrînê. Gelek caran min beramberî azadkirina xwe fidyeyên malî dan ku carekê min 400 hezar lîreyên Sûrî beramberî azadkirina xwe û 300 hezar jî beramberî derxistina tirimpêla xwe(van)ji destê çekdaran, da û wiha dewam kir; di demên dawîn de, milîs bi şev bi ser mala min de hatin, ez û hevjîna xwe bin çav kirin, em birin zîndanê û 4 rojan bênavber tevî ku dizanin nexweşiya dil û xetimandina damaran bi min re heye her wiha ew ji ber ku gelekî caran hatiye girtin, li ba çekdaran naskirî ye, îşkence li me kirin û piştî 4 rojan ez berdam.