Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn destdirêjiya xwe li ser zeviyên zeytûnan bi rêya birîna darên zeytûnê berdewam dikin. Armanc ji birîna darên zeytûnan peydakirina êzingan hem ji bo germkirinê û hem jî ji bo bidestxistina pereyan e.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên “Firqeya Elhemze” herî dawî 160 darên zeytûnê ji zeviyê welatiyê kurd bi navê Ekrem Hec Elî ji şêniyên gundê Cûqê yê navenda Efrînê, birîn û destnîşan kir ku milîsan êzingên wan li taxa Eşrefiyê firotin.
Girêdayî wê, hinek niştedagîr ji kampa li dorhêla gundê Cûmkê avabûyî ye, 20 darên zeytûnê yên zeviyê cîgirê serokê meclisa navxweyî ya bajarê Efrînê Mihemed Şêx Reşîd birîn her wiha 20 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Şêx Yaqûb ji şêniyên gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê birîn. Her du zevî li xaçerêya gundê Cûmkê yê li têketina(entrans) rojhilat ya bajarê Efrînê, dikevin.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê 1’ê Adarê ragihandibû ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” 100 darên zeytûnê yên zeviyê welatiyê bi navê Reûf Mistefa ji şêniyên gundê Cûqê, ji kokê ve hilkirin. Wê demê nûçegihan teqez kir ku xwediyê zevî giliyê xwe pêşkêşî milîsên “Polîsên Serbazî” kir lê belê îdîa kir ku ne karê wê ye û xwe ji ber berpirsyariyê da alî, welatî bi wê tenê nema ku berê xwe da milîsên “Polîsên Sivîl” ku wan jî tenê giliyê welatî li ba xwe tomar kir û bi ti lêpirsînan derbarê gilî de ranebûn.
Daristan û darên zeytûnê yên herêma Efrînê rojane ji aliyê milîsên Îslamî û xwediyên wan(malbat) rastî birînê tên. Nûçegihanên Afrinpostê di demên cuda de ragihandibûn ku milîsên dagirkeriyê, daristan û darên zeytûnê yên koçberên Efrînê dibirin ku hem ji xwe re dikin êzing û hem jî ji bo firotina wan û bidestxistina pereyan her wiha derbasî Tirkiyê dikin da ku ji êzingên wan komirê çêkin.