Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarine milîsên “Lîwa Semerqend” roja Sêşemê li dorhêla firina Zira li taxa Mehmûdiyê li malên ku kurdan bi kirê yan bi rihîn birine, digeriyan.
Nûçegihan diyar kir ku çekdaran şiyarî da welatiyê bi navê Mihemed Bîlal ji gundê Çiyê, Yûsif Îsa ji şêniyên Cûqê ku malên xwe vala bikin û wiha dewam kir; ne tenê çekdaran welatî şiyar kirin her wiha li wan jî dan ji ber ku ew razî nebûn ku ji mala xwe derkevin û nehiştin ku çekdar malên wan desteser bikin. Ji ber vê yekê bi giranî li wan dan û gef li wan xwarin ku malên xwe vala kirin.
Beşek ji Efrîniyan li malên nas û xizmên xwe yên koçber dijîn. Çekdar li wan malan digerin ku kurdan jê biderxin û li şûna wan ên ku ji Idlibê direvin, bi kirê, bi cî dikin.
Kiryarên milîsên Îslamî yên derxistina kurdan ji malên wan di çarçoveya koçberkirin û guhertina demografiya herêmê de tên.