Dagirkeriya Tirkî bi moşekan 2 mal li gundê Mezin rûxandin

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê bênavber gund û bajarokên bi ewle yên navçeya Şêrawa her wiha herêmên Şehbayê ku bi deh-hezaran ji koçberên Efrînê li wir dimînin, topbaran dikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawa ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê gundê Kalûtê, Başemrê û gundê Mezin bi çekên giran topbaran kirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku 4 top li gundê Mezin ketin û 4 topên din li ser rêya gundê Ziyaretê û Dêr Cemal li nêzîkî stasyona sor a sotemeniyê ketin û wiha dewam kir; mala welatiyên bi navê Xelîl Mihemed Ilêwî û Hesen Mihemed Îbrahîm ji şêniyên gundê Mezin in, rastî topbaranê hatin û bi giştî rûxiyan.

Related posts