Dagirkeriya Tirkî 8 çekdarên Cebhet Elnûsra yên ku ji Idlibê reviyane li Efrînê bin çav kirin

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî tevî ku qala sekinandina şer li Idlibê dike, bêtir çekdarên xwe yên Ixwan Mislimîn li Efrînê komî ser hev dike da ku tevlî nava şerê Idlibê bike.

Tê zanîn ku sibe roja Pêncşemê Pûtîn û Erdogan dê li gel hev bicivin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku istixbarata Tirkî roja Duşemê 2’yê Adarê, 8 niştedagîrên Cebhet Elnûsra ji kampa Eşrefiyê ya li nêzî depoyê avê, ji ber ku ji şerê li Idlibê reviyabûn, bin çav kirin.

Wezareta Rûsî cara yekem roja Sêşemê, 3’yê Adarê li ser ziman serokê navenda Rûsî ya lihevanînê li Sûriyê, dagirkeriya Tirkî bi niştecihkirina Tirkmenan li herêmên kurdan ên ku dagir kirine, tawanbar kir ku di encamê de guhertina demografîk pêk aniye.

Li gorî navgînên çavdêriyê yên pêbawer ku ji wan balafirên bêpîlot û şehadeta şêniyên herêmê, proseya veguhastina şêniyên Idlibê li herêmê wiha ye:

– Bi qasî 35 hezar kes ku ew jî malbatên komên terorîst wek Heyeta Tehrîr Elşam(Cebhet Elnûsra) û partiya Îslama Turkistanî û Huras dîn derbasî Tirkiyê bûn.

– Derdorî 50 hezar kes derbasî herêma bi navê Şaxa Zeytûnê ango herêma Efrînê bûn(li gorî şêniyên Efrînê û nûçegihanên Afrinpostê hejmar pir kêm e)

–  Derdora 100 hezar kes derbasî herêmên li ser sînorê Tirkiyê bûn.

– Derdora 50 hezar kesî derbasî herêmên kontrolkirina rêjîma Sûrî bûn.

Şopîner bawer dikin ku destê Rûsan li Sûriyê gelekî xurt bûye, li hemberî wê şerê ku çekdarên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elhur” û “Cebhet Elnûsra” ji bo hewlên Enqere yên berfirehkirinê ye. Lê belê çendîn ku piştevanî û hêz ji dagirkeriya Tirkî bigirin jî, nikarin li pêşiya Rûsan bisekinin.

Related posts