Hêzên Rizgariya Efrînê 3 çekdarên Ixwan Mislimîn li Şera kuştin

Afrinpost

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRF) wek hêzên berxwedanî û parastina Efrîniyan li Şehbayê, ji keç û xortên şêniyên Efrînê bi armanca parastin û rizgarkirina Efrînê ji dagirkerî û milîsên Îxwanî rizgar bikin, hatin avakirin.

Roja Duşemê Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî operasyonên xwe li dijî dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û ragihand ku wan 3 çekdarên “Ceyş Elhur” kuştin û maşîneyeke leşkerî li navçeya Şera rûxand.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku 1’ê Adarê, wan operasyonek li dijî çekdaran li gundê Meranazê ya navçeya Şera pêk anî ku di encama operasyonê de 3 çekdar kuştin û maşîneyeke leşkerî rûxand. Her wiha bi bîr xistin ku hêjî topbarana artêşa dagirkeriyê li ser gundên navçeya Şera, Şêrawa û herêmên Şehbayê berdewam e.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihandibû ku 29’ê Çileyê, dagirkeriya Tirkî û milîsên wê piştî ku navendên wan ên leşkerî rastî êrîşên moşekî hatin, kuştî û birîndarên wan çêbûn, tedbîr girtin.

Nûçegihan teqez kir ku dagirkeriyê navendên xwe yên ku rastî moşekan hatin vala kirin lê zêde alên xwe û yên milîsan da ku cihên wan nas nebin, ji ser navendên xwe danîn.

Related posts