Hejmarek ji dibistanan li navçeya Şêrawayê ji ber topbaranê hatin girtin

Afrinpost

Li gorî ajansa nûçeyan a Hawarê, hinek dibistanên navçeya Şêrawa ji ber topbarana dagirkeriya Tirkî û milîsên wê  û parastina jiyana zarokan roja Duşemê hatin girtin.

Li navçeya Şêrawa 10 dibistan hene, li ser 11 gundan belav dibin ku bêtirî 1800 xwendekar pêşwazî dikin lê zêde xwendekarên kampa Vegerê li gundê Ziyaretê û kampa Şehba li gundê Keştarê lê tên perwerdekirin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-D) ji ber êrîşên dagirkeriyê û çekdarên Ixwan Mislimîn dibistan girtin.

Ne tenê dagirkeriya Tirkî êrîşî xwendekarên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne, dike her wiha belaya xwe li ser mamosteyên kurd ên di hundirê Efrînê de venake. Di dema ku koçberên Efrînê hewl didin ku bandorên dagirkeriya Tirkî yên bêparbûna ji xwendinê, derbas bikin û li derfetên din ên xwendinê digerin, şêniyên Efrînê di hundirê Efrînê de rastî şert û mercên zehmet û dijwar tên.

Di mijdara 2019’an de, çavkaniyan li Efrîna dagirkirî ragihand ku mamosteyên niştedagîr ji xwendekarên keç ên Efrînî xwestin ku şaşikê û cilên olî(cilbaba reş a dirêj) li xwe bikin û wiha dewam kirin; niştedagîrên ku di qada perwerdehiyê de kar dikin, piraniya wan bawernameyên sexte li Ezazê bi dest xistine. Li Ezazê ofîsên taybet ên çêkirina bawernameyên sexte bi muhrên wek a rêjîma Sûrî hene.

Ev kiryarên mamosteyên niştedagîr di çarçoveya wendakirina nasname û çanda herêmê de tên. Têkildarî wê rêveberiya perwerdehiyê ya “Meclisa Navxweyî” ya dagirkeriya Tirkî, li dawiya Îlona 2019’an rapirsînek li ser niştedagîrên ku zarokên xwe dişînin dibistanan di bin navê “yên ku dixwazin zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin an na” de, bi armanca nêrîna niştedagîran li ser xwendina bi zimanê kurdî nas bikin, belav kir.

Ji xwe ev rapirsîn bi armanca rakirina zimanê kurdî ji dibistanên Efrînê belav bû ku di encamê de proseya guhertina demografîk bi serî bibe.

Dagirkeriya Titkî bi rapirsînên bi vî rengî hewl dide ku tenê zimanê Tirkî û Inglîzî li kêleka zimanê Erebî di materyalan de bihêle.

Tê zanîn ku ““Meclisa Navxweyî””  li navçeya Cindirêsê bi destpêka sala xwendinê ya 2019’an, 24 mamoste bi hinceta ku bawername negirtine ji karê perwerdehiyê bi dûr xistin û li şûna wan mamosteyên niştedagîr ên xwedî bawernameyên sexte erkdar kirin.

Related posts