Du sal di ser revandina 3 kalemêrên kurd re li Raco derbas bûn

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku hê çarenûsa 3 welatiyên kurd ku beriya du salan ji aliyê milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ve li navçeya Raco bi hinceta karê li gel rêveberiya xweser hatibûn revandin, ne diyar e.

Nûçegihan diyar kir ku welatiyên bi nav Mihemed Şêxo(67salî), Mistefa Ehmo(40salî) û jina bi navê Hîkmet Beko(60salî) ji malên wan li gundê Çeqmaqa Mezin, beriya salek û deh mehan ji aliyê milîsên Îslamî yên bi navê Ceyş Elhur bi tawana karê di komîna gund de hatibûn revandin.

Nûçegihan teqez kir ku milîsan kalemêrê bi navê Mihemed Şêxo demeke kurt, tê de rastî îşkenceyeke dijwar hat, berdan lê belê milîsan ji nû ve û tevî rewşa wî ya tenduristî ya nebaş revand û wiha dewam kir; kesên ji revandiyan ve nêzîk in, tercîh dikin ku li gorî zagonên dadgeriyê ku dema wê 5 sal in û bêyî ku ew agahî were teqezkirin, ew di zîndaneke li hundirê Tirkiyê de ye.

Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a karûbarên kantona Efrînê dişopîne, statistîkên du salan a sûcên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn derheqê şêniyên resen ên kurd li Efrînê kirin, aşkere kirin.

Rêxistinê di wê derbarê de 16’ê Çileyê daxuyaniyek li nava bi sedan ji koçberên Efrînî li Şehbayê, li kampa Serdemê derbarê revandiyên kurd ên sivîl de derxist û tê de got ku bêtirî 6000 sivîl hatine revandin û hê çarenûsa bêtirî 3300 revandî ne diyar e.

Related posts