Afrinpost
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) Mazlûm Ebdî roja Yekşemê teqez kir ku hêjî Tirkiyê li bakurê Sûriyê, piştgiriya DAIŞ’ê bi pere û çekdaran dike û daxwaz ji Konseya Ewlehiyê kir ku destkeftiyên hêzên wî di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi dest xistine, biparêze.
Li gorî rojnameya Yenî Uzgur Polîtîka Mazlûm Ebdî got ku operasyona rizgarkirina Efrînê dê dirêj neke û wiha dewam kir; dema hatiye ku herêma Efrînê were rizgarkirin û wê di rewş û dema guncaw de ji xwediyên wê yên resen re vegere.
Ebdî teqez kir ku Tirkiyê û çekdarên Ixwan Mislimîn nikarin hêzên me têk bibin û dest nîşan kir ku hêjî ew li hemberî Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) ne dilrihet in.
Mazlûm Ebdî di nîvê Çileya borî de gotibû ku Tirkiyê DAIŞ ji bo tunekirina hêzên kurdî bi kar anî û bi hinceta şerê li hemberî hêzên me, axa Sûriyê dagir kir her wiha da zanîn ku serokê Tirkî Erdogan hevalbendê DAIŞ’ê û rênîşanderê rastîn ê Ixwan Mislimîn e.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) aşkere kir ku hêzên wî destpêka derketina DAIŞ’ê sala 2014’an rûbirû pê re ma û Tirkiyê jî pê re kordîne kir ku razî nebû hêzên Koalisyonê Navdewletî baregehên wê ji bo bombebarana DAIŞ’ê bi kar bîne.