Bi hinceta peywendiya bi YPG’ê re, ajokarekî taksiyê hat revandin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, di 30’yê Çileya borî de, ciwanekî kurd li dorhêla çerxerêya Kawa ya bajarê Efrînê bi hinceta ku agahiyan dide YPG’ê revand.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku milîsên “Cebhe El-Şamiyê ” welatiyê bi navê “Ezdîn Ebû Elî ” yê 35 salî, ji şêniyên gundê Hesen yê navçeya Raco, dema di taksiya xwe de bi telefonê daxivî, revand.

Nûçegihan da zanîn ku dema milîsên Îslamî di rewşeke seferberiya ewlehiyê de bûn, Ezedîn bi hinceta peywendiya li gel YPG’ê hat revandin.

Milîsên Îslamî da ku li ser kiryarên xwe yên wek revandin, îşkence û bidestxistina fîdyeyan ji malbatên kesên revandî bigirin, welatiyên kurd bê pirs û bersiv bi peywendiya bi YPG’ê re tawan bar dikin. Ji ber vê yekê milîs dikarin her welatiyekî/ekê kurd li Efrînê bi peywendiya li gel YPG’ê tawan bikin û bi vî rengî hem pereyan ji malbatên kesên girtî bigirin, hem jî welatiyên kurd asteng û koçber bikin.

Di vê çarçoveyê de, 1’ê Çileya borî, milîsên  “polîsên leşkerî ”  welatiyekî kurd bi hinceta ku wî otomobîlên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) sererast dikir û peywendiya wî pê re heye, revand û birin navenda xwe ya li dibistana Amadehî ya bazirganiyê.

Çavkaniyên taybet ji Afrinpostê re ragihandin ku welatiyê(E.D) ê 48 salî li navenda Efrîna dagirkirî ji aliyê milîsên polîsên leşkerî ve hat revandin.

Di 12’ê Çileya borî de, nûçegihanê Afrinpostê ragihandibû ku milîsên “Şurta Medeniyê” pev istixbarata Tirkî xort û keçeke kurd revandin û wiha dewam kir; Keça kurd Rengîn Ehmed Ebdo Hibo 23 salî ji şêniyên gundê Kerê yê navçeya Bilbilê, bi nasê xwe Hecî Ehmed re çûn bajaroka Raco da ku pereyên ku jê re hatine şandin ji ofîsa veguhastina pereyan bigirin. Lê belê negihîştin armanca xwe ku milîsên “Şurta Medeniyê” û endamên istixbarata Tirkî bi hinceta ku keç dişibe şervaneke Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) girtn.

Ji ber tirsa şêniyan ji milîsên dagirkeriyê ku wan bigirin û îşkence bikin, piranî şêniyên kurd bi rêxistinên hiqûqî û dezgehên ragihandinê re nabin hevkar. Ji ber ku dizanin ku encama wê kembax be.

Beriya wê jî desteya zagonî ya kurdî bang li şêniyan kir ku di aşkerekirina kiryarên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve rol bilîzin û teqez kir ku ji ber tirsa ji çekdarên dagirkeriyê piranî şênî nikarin bi çalakgeran re peywendiyan bikin.

Related posts