Ji ber topbarana dagirkeriya Tirkî li ser gundê Aqîbê kalemêrek şehîd bû

Afrinpost

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn, roja Duşemê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa topbaran kir. Di encama topbaranê de, welatiyê kurdî yê temen mezin Elî Mela şehîd bû û hejmareke şênî birîndar bûn.

Nûçegihan li gorî çavkaniyeke herêmê destnîşan kir ku bi dehan top li  herêmê ketin. Ev cara duyemîn e ku xaniyê malbata şehîd(Elî Mela) rastî topbaranê tê ku beriya wê bi demekê keça şehîd,  Zeyneb Mela birîndar bû.

Topbarana dagirkeriya Tirkî û milîsên wê li ser gundewarê Efrînê û rêjîma Sûrî li Şehba û Şêrawa tê dubarekirin.  

29’ê Çileya Borî, hêzên artêşa dagirkeriya Tirkî bajaroka Til Rifetê ya herêmên Şehbayê topbaran kir, di encamê de zarokek şehîd bû û ew veguhestin bajaroka Zehrayê.

Nûçegihanê Afrinpostê, wê demê ragihand ku ji ber dagirkeriya Tirkî zarokê bi navê Nadir Ehmed yê 5 salî jiyana xwe ji dest da û zarok Mihemed Hec Îsa yê 8 salî birîndar bû.

Di 2’ê Berfanbara(Kanûn)2019’an de, hêzên dagirkeritya Tirkî û milîsên wê yên bi navê (Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur) komkujiyek derheqê zarokên Efrînê yên koçber li TilRifetê pêk anî.

Wê demê Heyva Sor a Kurd ragihand ku di encama komkujiyê de 10 sivîl di nava wan 8 zarok şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

21’ê Mijdara 2019’an, ji ber topbarana dagirkeriya Tirkî li ser bajaroka Til Rifetê 3 zarok bi sivikî birîndar bûn.

Li gundên Şehba û Şêrawa bi deh hezaran koçberên Efrînê li wir dijîn ku ji ber êrîşên bi armanca qirkirinê yên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê koçber bûn.

Related posts