Afrinpost
Nûçegihanê Afrinpostê yê li herêma Şehbayê ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn ku bi navê Ceyş wetenî Sûrî naskirî ne, koçberên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkî di Çileya 2018’an de koçber bûn, bi rêya topbarana herêmên Şehbayê ditirsîne.
Dagirkeriya Tirkî di 20’ê Çileya 2018’an de, êrîşî şêniyên Efrînê yên aştîxwaz kirin ku wê demê fermandariya dagirkeriyê ragihand ku wan bi 72 balafiran êrîşî Efrînê kirinû da ku dewleta Tirk vê dagirkeriya xwe bi bîr bixe, roja înê êrîşên xwe yên bê serûber dewam kirin û komek ji gundên Şehbayê topbaran kir.
Nûçegihan diyar kir ku her du gundên Bîloniyê û Eyn Deqnê yên herêma Şehbayê bi top û moşekan hatin topbarankirin, her wiha di heman rojê de jî gundên Malikiyê, Merenaz û Şewarxe yên navçeya Şera hatin topbarkirin.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li Şehbayê bi bîr xistibû ku di 11’ê Çileyê de, dagirkeriya Tirkî derdora 15 topan li gundê Boşemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa li gundewarê Efrînê xistin.
Di encama topbaranê de welatiya bi navê Zeyneb Mehmûd Hemade birîndar bû û veguhestin xala Heyva Sor a Kurdî.
Ev topbaran di dema ku dagirkeriya Tirkî dixwest herêmê bixe bin serweriya xwe pêk hat ku wê çaxê Erdogan û Pûtîn di 23’yê Cotmeha 2019’an de gihîltin peymanekê ku dagirkeriya“ kaniya aştiyê” sînordar bikin.
Li gorî wê peymanê, lihevhatin çêbû ku polîsên leşkerî yên Rûsî û parêzvanên sînor ên Sûrî, li aliyê Sûriyê û derveyî herêma ku hatiye dagirkirin, li ser sînorê Sûrî-Tirkî belav bibin û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD pev çekên wan bi kûrahiya 30 KM di nava 150 saetî ji ser sînor bikişin.
Di 29’ê Cotmeha 2019’an de, şandeyek ji koçberên Efrînê û girseya gel li pêşiya navenda hêzên Rûsî ya li herêmên Şehbayê kom bûn û daxwaznameya koçberan radest kirin da ku bigihînin rêveberioya Rûsiya.
Di vê çarçoveyê de hevserokê meclisa zagonsaz a Efrînê ji Afrinpostê re axivî û diyar kir ku şandeya ku serdana navenda Rûsî ya li gundê Wehşiyê kir, nûnertiya hemû pêkhateyên herêma Efrînê(kantona Şehba û Efrîn) kir û ji aliyê fermandarên Rûsî û fermandarê giştî yê hêzên Rûsî li Şehbayê hat pêşwazîkirin û wiha dewam kir; şandeyê tirsa koçberên Efrînê ji êrîşeke Tirkî ya muhtemel li dijî Til Rifetê û derdora wê û senaryoyê Efrînê li Şehbayê were dubarekirin û da zanîn ku fermandarên Rûsî soz dan ku daxwaznameya şandeyê bigihînin rêveberiya Rûsiya.