Du sal di ser destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re derbas bûn

Afrinpost-Taybet

Weke îroj û bi taybet saet 04:00 piştî nîvroj, artêşa dagirkeriya Tirkî û lejyonên ji tundrawên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî ” naskirî ne û girêdayî Ixwam Mislimîn, dest bi êrîşên xwe yên bi armanca qirkirina şêniyên Efrînê kirin.

Ev roj gelekî zehmet û bi êş di ser Efrîniyan re derbas dibe ku di saetên destpêkê yên şer de baş têgihîştibûn ku armanc ne partî ye lê gelê kurd ê Efrînî bi giştî ye.  Li rojavayê Firatê û tevî ku Tirkiyê li seranserî sedsala derbasbûyî, demografiya piraniya herêmên kurdî yên li rojavayê çema Firatê ya li Tirkiyê guherand ango tirk kirin, Efrîn weke xwe ma û wek mezintirîn warê kurdan li rojavayê Firatê ma. Ji ber vê yekê Tirkiyê bi hemû hêz û giraniya xwe hewl da ku nasnameya Efrînê wenda bike.

Bi rêya peymaneke qirêj bi Rûsiya re, ya bi dilê Tirkiyê bû. Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe yên bi navê”opozisyona Sûriyeyê” dest ji herêmên di bin dagirkeriya xwe de şûştin wek gundewarên Şamê, gundewarê Humsê yê bakur, gundewarê Hema yê bakur, gundewarê Idlibê(rojhilatê rêhesina Hîcaz) û balafirgeha Ebû Zihûr yê leşkerî beramberî Efrînê radestî Rûsya kirin. Bajarê Efrînê ji bo Tirkiyê gelekî girîng bû ku amade bû li Sûriyê hemû destkeftiyên çeteyên xwe beramberî herêma Kurdî bide da ku demografiya wê biguherîne û nasnameya wê wenda bike.

Hewlên Tirkiyeyê yên bidestxistina bajarê Efrînê, ne tenê di şerê Sûriyê de çêbûn her wiha di salên sihî yên sedsala borî de, Enqereyê tevgera Mirûdan bi armanca propagandaya tevlîkirina Efrînê ji Tirkiyê re damezirand.

Piştî peymanekê bi Fransa re, dest ji Efrînê beramberî Lîwa Iskenderon berde ku di sala 1940’î de û piştî ku Tirkiyê piştevaniya xwe jê re sekinand, tevger şikest û nema ku beriya wê bi salekê jî, sala 1939’an Lîwa Iskenderon tevlî Tirkiyê kir.

Di hemû salên şerê li Sûriyê de, xewna tevlîkirina Efrînê yan kontrolkirina wê bi rêya ajanên Tirkiyê, wenda nebû. Ji ber vê yekê her dem çekdarên opozisyona Sûriyeyî bi dirêjahiya salên şer li Ezaz û Idlibê bi armanca dorpêçkirina Efrînê û tunekirina aramiya herêmê, gund û navenda Efrînê her demekê topbaran dikir her wiha bi rêya dorpêçê hewl da ku vîna Efrîniyan bişikîne. Lê tevî hemû zordariya li ser Efrînê, Efrîniyan li ber xwe dan û bi yekrêziya xwe hemû êrîş û planên dewleta Tirk û milîsên wê yên Îslamî pûç û vala derxistin.

Tevî ku Tirkiyê çekên giran û pêşketî pêşkêşî milîs û çeteyên xwe yên bi navê” Ceyş El-Hur”  kirin, lê dîsa jî nekarîn Efrînê kontrol bikin. Vê yekê hişt ku dagirkeriya Tirkî bi xwe destwerdanê bike ku di 20’ê Çileya 2018’an de û piştî ku bêdengiya hêzên navdewletî misoger kir, operasyona xwe ya dagirkeriyê ya bi navê” Şaxa Zeytûnê” ragihand.

Dewleta Tirk di êrîşên xwe de hemû dezgehên ragihandinê kirîn lê zêde ku bi rêya ragihandinê derewên xwe yên wek di Efrînê de terorîst hene, kurd li Efrînê cudaxwaz in, dixwazin Sûriyê parçe bikin, belav kirin.

Bi 72 balafiran, dagirkeriya xwe ji Efrînê re ragihand. Hejmara 72, ne ji rêzê bû, nîşaneya derbasbûna 72 salan di ser binketina komara Mehabadê re li Îranê bû.

Piştî du salan, ji cîhanê re îsbat bû ku hemû idîa û axaftinên serok-komarê Tirkiyê derew bûn. Bi rêya bûyer û rastiyên li bakurê Sûriyê û Lîbiya aşkere bû ku tenê jêdereke terorê heye, ew jî rêjîma Enqereyê û rêxistina Ixwan Mislmîn ên ku bi navên wek “Ceyş El-Hur û El-Wetenî” li xwe dikin, nûnertiya wê dikin.

Di rastiyê de, ew milîsên Sûriyeyî koletiyê û xizmeta çavbirçîbûna dagirkeriya Tirkî dikin ku sermilîsekî “Ceyş El-Wetenî” bi xwe beşdarî dagirkeriya Efrînê bûbû, duh anî ziman ku ew xizmetkarên xîlafeta osmanî ne, êdî bi vî lixwemukurhatinê idîayên wan derewandin.

Di nava van du salan de, dagirkeriya Tirkî 75% ji şêniyên Efrînê yên resen koçber kirin her wiha tecrûbeya xwe ya guhertina demografîk derbasî herêmên rojhilatê Firatê kir ku piştî Serê kaniyê û Girê Spî dagir kir, demografiya wan guherî.

Bi wê tenê nekir, bêdengiya civaka navdewletî weke fersendekê ji xwe re dît û sûcên derheqê mirovatiyê li pêşiya çavên dunyayê pêk anîn. Lê zêde çekdarên xwe yên tundraw ji Sûriyê şandin Lîbiyayê.

Piştî teqez bû ku hemû îdîayên dagirkeriya Tirkî yên ji xwe re hincet dîtin û Efrîn dagir kir her wiha hemû hêzên herêmî û navdewletî rastiya projeya kurdî ya ku hewl dide Sûriyeke nû, ne navendî ava bike ku ti pêkhateyê di ser ya din re nagire, nas kirin, pirsa girîng li vir ew e, gelo cîhan dê li sûcê xwe yê ku derheqê şêniyên Efrînê de kiriye vegere û dagirkeriya Tirkî neçarî vekişandinê bike lê dê wek wijdaneke mirî bimîne?

Related posts