Afrinpost-Taybet
Roja Duşemê di 13’ê vê mehê de, hejmareke nû ji milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, ji navenda Efrîna dagirkirî ya berê ji aliyê rêveberiya xweser ve dihat birêvebirin, berê xwe dan Lîbiya da ku li gel hikûmeta Wîfaqa wetenî ya Lîbî tevlî şerê bajarê Terablusê yê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî bibin.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêmê ragihand ku hejmareke din ji 20 çekdarên “Lîwa Şemal” ji çerxerêya Newroz ber bi herêma Hûr Kils ve çûn ku li wir çekdarên ku ji Efrîn, Cerablus û Babê tên li wir komî hev dikin û piştre derbasî nava Tirkiyê dikin û piştre dibin Lîbiyayê.
Nûçegihan di vê çarçoveyê de dewam kir û got ku koma “Ebû Mihemed” a milîsên “Ehrar Şerqiyê” ku ji 30 çekdarî pêk tê û navenda wê li taxa Eşrefiyê li nêzîkî depoyê avê ye, piştî ku ji şerê li Rojhilatê Firatê hat, yekser berê xwe da Lîbiyayê.
Rojnameya Guardian a Birîtanî duh roja Çarşemê, teqez kir ku 2 hezar çekdarên Sûrî çûn Tirkiyê û ji wir derbasî Lîbiyayê bûn da ku beşdarî şerê li wir bibin ku ev pêşketina nû dê rewşa Lîbiyayê bêtir aloz bike.
Rojnameya Birîtanî aşkere kir ku di 24’ê Berfanbara(kanûn) borî de, Tirkiyê 300 çekdar li Lîbiyayê belav kir û ew çekdar ji axa Sûriyê bi rêya derbasgeha Hûr Kils ya leşkerî û sînorî derketin Tirkiyê û ji wir derbasî paytexta Lîbiyayê Terablusê, bûn ku ji wir şandin çepera şer a li rojhilatê bajêr. Piştî wê di 29’ê Berfanbarê de 350 çekdarên din çûn Lîbiyayê.
Rojnameya Guardian teqez kir ku hejmar, pir ji pêşbîniyên berê bilindtir e.
Di heman demê de çavkaniyekê ji rojnameyê re got ku tê pêşbînîkirin ku çekdarên Sûrî tevlî firqeya Simît ya bi navê Umer Mixtar bibin.
Çavkaniyan ji rojnameyê re bi bîr xistin ku çekdar ne li gel artêşa dagirkeriyê peymanan çêdikin, wan bi milîsên Wîfaqê re girêbest bi 6 mehan beramberî 2000 $ ji bo her mehekê muhr kirine lê zêde wê dagirkeriya Tirkî nasmeya Tirkî jî bide çekdaran. Çekdaran li Sûriyê 52$ ji dagirkeriyaTirkî werdigirtin û li beramberî pereyên ku li Lîbiyayê distînin, gelekî hindikin in.
Her wiha rojnameya Guardian bi bîr xist ku Tirkiyê dê mafê fatûreyên tenduristiyê yên çekdarên birîndar bide û berpirsyartiya vegera kuştiyên çekdaran bo Sûriyê li xwe bigire.
Têkildarî mijarê Kilodiya Cazînî analîzera karûbarên Lîbî ji rojnameyê re axivî û wiha got: Rewşa Lîbiya ji ya Sûriyê cudatir e û hestên Lîbiyan li dijî Enqereyê ne û destwerdanê red dikin.