Wedabûna zarokekî kurd li Efrînê … guman li dora milîsên El-Şerqiyê hene

Afrinpost-Taybet
Ev roja sêyem e û hêjî çarenûsa zarokê kurd ê ku li bajarê Efrînê wenda bûye, ne diyar e.


Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda Efrînê ragihand ku zarokê bi navê Qadir Idrîs ê 14 salî, di 12’ê vê mehê(Çile) de, li taxa Eşrefiyê di şert û mercên nediyar de wenda bû hêjî çarenûsa wî ne diyar e û wiha dewam kir:


Mala bavê zarok Zilfo li taxa Eşrefiyê, li dorhêla pira nû ya li ser rêya gundê Turindê ye.

Ew tax di bin kontrola milîsên ” Ehrar El-Şerqiyê” de ye.

Çekdarên El-Şerqiyê bi awayekî balkêş rêya xwe bi firoşgeha firotina êzingan a lê nêzîkî çerxerêya Qeban ku Idrîs li wir kar dikir, dixistin.


Nûçegihan tercîh kir ku milîsên Ehrar El-Şerqiyê li pişt wendabûna vî zarokî ye, ji ber ew baş dizanin ku malbata wî halxweş e, ya din li gorî şêweyê rêvebirinê yê dagirkeriya Tirkî ji milîsan re diyar kiriye, her milîsek xwedî hêzên ewlehiyê ne û tevlî karên ewlehiyê yên milîsên din nabin.


Tê zanîn ku milîsên Ehrar El-Şerqiyê li pişt tesfiyakirina her du welatiyên kurd “Reşîd Hemîd Xelîl û Şeref dîn Seydo” yên ji şêniyên Cindirêsê ne ku di Gulana 2019’an hatibûn tesfiyakirin û termên wan li nêzîkî gundê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera di demên cuda de hatibûn dîtin.


Wê demê ji ber ku wan her du welatiyan nekarîbûn fidyeya malî 100000$ Amerîkî bidana hatin tesfiyakirin lê zêde ku heta niha çarenûsa zarok Mihemed Xelîl kurê şehîd Reşîd ku bi bavê xwe re bû dema hatiye revandin, ne diyar e.

Related posts