Tengezariyek Din di Navbera Ehrar el-Şerqiyê û Dagirkeriya Tirk de

Photo Credit To nêt

Afrinpost – Taybet
Roja Şemiyê 14 Kanûnê danê şevê di encama derketina şerekî di navbera milîsên Ehrar el-Şerqiyê û milîsên Polîsa Leşkerî de li herêma navbera Otostrada Xerbî û nexweşxaneya Avrîn li navenda bajarê Efrînê çekdarek birîndar bû.


Li gorî nûçegihanê Afrinpost, çekdarên Ehrar el-Şerqiyê gule bi ser herêmeke nêzî biryargeha hêzên dagirkeriya Tirk de berdan, hêzên dagirkeriyê jî ev gulberdan weke sorkirin dîtin û di encamê de ji milîsên Polîsa Leşkerî xwestin ku destwerdanê bikin û wan ji herêmê bi dûr bixin, lê hema alozî kûr bû û pevçûn di navbera herdu aliyan de derket û herî kêm çekdarekî Ehrar el-Şerqiyê birîndar bû.


Eşkerebûna vê tengezariyê piştî rapora nûçegihanê Afrinpost ê navçeya Reco ku gotibû panzêreke Tirk li derdora Gundê Şêx dema diçû baregeha leşkerî li Gundê Çê, rastî gulebaranê hat, derket.


Nûçegihan destnîşan kir ku piştî bûyerê, leşkerên dagirkeriya Tirk gefa êrîşkirina biryargeha milîsên Ehrar el-Şerqiyê yên nêzî cihê bûyerê xwar, û bal kişand ku milîsên Ehrar el-Şerqiyê ji muxtarê Gundê Şêx xwestin ku navbênkariyê li ba baregeha dagirkeriya Tirk a Gundê Çê bike da ku bikaribin çirayên biryargeha xwe ya Gundê Şêx pêxin, ji ber ku leşkerên dagirkeriya Tirk qedexe kiribû.

Post source : Taybet

Related posts