Afrinpost-Taybet
Li gorî çavdêrîkirina nûçegihanê Afrinpostê ji rastiyên oxirkirina kuştiyan li Efrînê re, milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, tenê di nava sê rojên dawîn de, 17 kuştî piştî ku di şerê dagirkeriya Tirkî ya li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî de hatin kuştin, li Efrînê veşartin.
Roja Pêncşemê di 21’ê Mijdara derbasdar de, li goristana “Kersana”, 10 kuştiyên milîsên” Lîwa El-Mutesim” di nava wan de serkêşekî milîsan bi navê “Ebid El-Muhsin El-Fetal” hatin veşartin ku piraniya wan kuştiyan ji bajarê Humsê bûn.
Milîsên”Firqeya Sûltan Mûrad” jî, roja Înê 4 çekdarên xwe li goristana Zîdiyê ya li nava bajarê Efrînê veşartin. Her wiha merasîma sersaxiyê ya 3 kuştiyên koma “El-Oso” ya girêdayî milîsên “Cebhe El-Şamiyê” li taxa El-Eşrefiyê ya Efrînê li dar ketin.
Nûçegihanên Afrinpostê di 21’ê Mijdara derbasdar de ragihandin ku dagirkeriya Tirkî hejmareke serkêşên milîsan agahdar kirin da ku tevlî êrîşên dagirkeriya Tirkî li ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî bibin. Lê belê gelek ji wan qebûl nekirin û xwe ji ber çavan dan alî, ji wan serkêşê milîsên “Cebhe El-Şamiyê” yê bi navê Neîm ku li taxa Eşrefiyê ne û serkêşê milîsên”Firqeya Sûltan Mûrad” yê bi navê “Doktor” ku li navçeya Bilbilê dimînin, in.
Wê demê nûçegihanan teqez kirin ku rojane li ser rêya Ezaz-Efrîn tevgereke balkêş a otomobîlên ambulansê heye ku kuştî û birîndarên milîsên di şerê rojhilatê Furatê de vediguhêzin û dest nîşan kirin ku piraniya kuştiyan ji nava milîsên”Firqeya Sûltan Mûrad”, “Ehrar El-Şerqiyê ” û”Firqeya El-Hemze ” ne.