AFRINPOST
Malpera The Associated Press nûçeyek weşandiye ku wezêrê derve yê dagîrkeriya Tirkiyê dibêje ku hêrîşkirina hêza dagîrkeriya Tirkiyê bo ser hevalbendên U.S. li Bakurê Sûriyê mebest Kurd ne girêdayî vekişîna leşkerên U.S. ji Sûriyê ye.
Evro pêncşemê Mevlut çavuşoglu di hevdîtinekê de bi akrana NTVyê re gotiye ku Tirkiyê dê pêngavên pêwîst bo rêgirtina li pêş cengewaran (mebest şervanên HSD) bavêje, çi ku U.S. ji Sûriyê vekişe yan venekişe.
Herwisa navborî bi heman akranê re gotiye ku ew şervanên Kurd ên Sûriyê, ku hevalbendên U.S. in di şerê ji navbirina Daişê de, weke şaxekê ji rêxistina Kurd ya li nav xaka Tirkiyê ne -mebest (PKK)ê- dibînin.
Hêjayî gotinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê daxwazên misteşarê ewlehiya netewî ya U.S. John Bolton nepejrand dibû (qebûl nekiribû), ku Bolton gotibû Tirkiyê dê hêza Kurdên Sûriyê (YPG/HSD) biparêze berî ku U.S. ji wir vekişe.